Nivîs

NIVÎS

Aşitî I 
Xetereyên rêyên ku berê nehatine meşandin nayê pêşbînî kirin.

Jiyan têra xwe tecrube dide, ku bê fêmkirin ji ramanên naiv encamên serkevti dernakeve. Yên ku di van pêvajoyê de dixebitin ku van tecrube yan paşguh nekin, dikarin encamên serkeftî bi dest bixin.

Axir, ne kure bave mene, çima niha dixwazin dev ji şerê me berdin û têkiliyan bi rengekî din pêş bixin.

Bersiva pirsa “çima” di vê qonaxê de ji her demê girîngtir dibe.Were em tev li bersiv bigerin.Nexşe tên guhertin, dewlet têne hilweşandin, îmkanên nû çêdibin û ew pêşbînî diken ku hûn ê di pêşerojê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. An jî ew dixwazin pêşî lê bigirin ku hûn hevkarên stratejîk bibînin ku hûn pê re bixebitin? Dibe ku ew tenê ji bo mebestên mijulkirine be, li şûna ku bi îmkanên ku ji pêvajoyê derdikevin re mijûl bibin, ew dixwazin we bi ve mijare mijûl bikin.An jî dibe ku ew ji hilweşîna pergala xwe ditirsin û dixwazin xwe di hundir de xurt bikin da ku pêşde biçin.

Hêjayî gotinê ye ku ev kurteçîrokek hînker e.Beytik ji bo ku xwarinê bibîne ji hêlîna xwe derket û dema bi sermaya dijwar re rû bi rû ma ket xwarê û ji ser hişê xwe çû. Dema ku beytik dike bicemide û bimire, gayek di ser de rexê dike û bi vî awayî ji mirinê xilas dike.Beytik dema tê ser hişê xwe têdikoşe ku ji rexê xilas bibê. Pisîkek ki derbas dibe wî ji nav rexe derdixe. Beytik dibe key ew xelas bu lê dibe xwarina pisîkê.Gotin eve ku herkesên di sertede rêx dike ne dijmin herkesên ku tu ji bin rêxê derxisti ne doste.

Carna dijber ku bi şer nikare tek bibe, hicar we bikwaze wi bi aştiyê bike.

Lê ew ji bo çi dikin bila bikin ger wun hişyarbin ne xeme. U dema ku wun bi hişyarî tevbigerin ve hevsarê pêvajoyê di destê we da bê.

Ger hevsar di destê we da bê, ji aştîye netirsin.

Eşkere ye ku biryarder çi biryarê bidin wê encam diyarker hebin.Heger ku referansên di destpêka têkoşînê de li ber çavan bên girtin û mafên me yên gerdûnî yên ku ji gel bûyînê peyda dibin garantî bibe têr dike, nemaze ku ew rêbazek bêçek bi dest keve, wê perfekt be.Ji ber vê yekê, hewce ye ku her tim bi guman bê meşandin. Pêdivî ye ku meriv her tim hişyar be, xetereyên rêyên ku berê nehatine meşandin nayê pêşbînî kirin.


Sed pede ullamcorper amet ullamcorper primis, nam pretium suspendisse neque, a phasellus sit pulvinar vel integer.

— Nivîs
Suchen