Dienstleistungen
Mehmet eroglu Kiye?
Kurteçîrok
Di 01.03.1979ê de li gundê Xirabibeskan a navçeya Bîrecîkê ya Beraza ji dayik bû. Ew zarokê sêyem e ku di malbatek ji deh xwişk û bira pêk tê. Zarokatiya xwe li gundê Xirabibeskan ê biçûk derbas kir.
Di nava xwezaya jiyana gund de di malbateke bi rewşa aborî ya nebaş de ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikirin de mezin bû. Di salên xwe yên ciwan de, piştî dibistanê di dema xwe ya vala de hem di warê sewalkarî û hem jî di çandiniyê de alîkariya malbata xwe dikir.
Dibistana seretayî heta pola 3’an li gundê Tibilê yê 3 km dûr û piştre li gundê xwe qedandiye. Piştî ku dibistana navîn li Dibistana bi raketin ya Bîrecîkê qedand, li Lîseya Bîrecîkê dest bi lîseyê kir, lê di pola sêyemîn de çû Lîseya Yavuz Sultan Selîm a Ayîntabê.
Di dawiya sala 1999an de gundê wan ji ber Bendava Karakamişê di bin avê de ma. Paşê ew ber bi jor ve çûn. Di vê heyamê de bi birayê xwe yê mezin re ku li navçeya Bîrecîkê dikan vekir, dest bi xebatê kir. Zehmetiyên giran ên aborî yên herêmê û paşerojên wî yên kurdewarî ew ber bi têkoşîneke kurdewarî ya çalak ve birin.
Di vê heyamê de bi awayekî aktîf beşdarî xebatên ciwanan ên partiya DEHAPê bû. Di demeke kurt de rola serokê ciwanan girt. Bandora siyasetê ya li ser aboriyê û berteka li hemberî şert û mercên jiyanê yên ku ji hawîrdora xwe ya xwezayî dûr dikevin û dibin kapîtalîst bûne sedem ku ew di xebatên siyasî de çalaktir bibe.
Piştî Adara 2004'an, di avahiya Ciwanên Parêzgeha Şanliurfayê de bi awayekî aktîf berpirsyarî girt. Di vê pêvajoyê de ji aliyekê ve hewl da xwe di warê siyasî de bi pêş bixe, ji aliyê din ve jî firsenda ku ji nêz ve rastiya Rihayê û rewşa gelan tehlîl bike.
Di vê pêvajoyê de ji koma Rihayê tevlî calekiya mertalên zindî ya ku ji bo bidawîkirina pêvajoya ser li herêmê hatibû destpêkirin, bi 17 hevalên xwe re ji bo rawestandina sere çû Dersimê. Li navçeya Pertekê hat girtin û ji mehekê zêdetir di Girtîgeha Elezîzê de ma.
Di destpêka sala 2007’an de dev ji xebatên ciwanan berda û berpirsyariya damezrînerê partiya DTP’ê ya Bîrecîkê girt ser xwe û li navçeya Bîrecîkê xebatên rêxistinî yên partiyê pêk anî. Paşê jî wek cîgirê serokê parêzgehê vegeriya Şanliurfayê. Di vê navberê de zewicî û zarokek wî çêbû.
Di sala 2010'an de ji ber îfadeya "Birêz Öcalan" di dozekê de hat mehkûmkirin û cara duyemîn neçar ma biçe girtîgehê.
Piştî girtîgehê vegeriya gundê xwe. Li şûna birayên xwe yên ku ji bo xebatê belav bûne, zevî lêdigere û ji ber cezayê din ku jê re hatiye dayîn, neçar dimîne ku bikeve girtîgehê. Gelek cezayên wî yên siyasî ew ber bi lêgerînên cuda ve bir.
Di encama van lêgerînan de bi hevjîn û kurê xwe Dijvar Firat re di Mijdara 2012’an de hat Swîsreyê. Piştî ku li Swîsreyê fêrî almanî bû, xwendina xwe ya ku ji ber şert û mercên giran ên aborî dev jê berdabû, domand.
Xwendina xwe ya zanîngehê ku di sala 2018an de dest pê kiribû berdewam kir. Fîraz Welat jî li vir ji dayik bû. Di sala 2022an de zaningeh qedand û dest bi kar kiriye û heta niha jî karê xwe didomîne.

li kur xwend
Karîyera Akademik
Dibistana seretayî ya Tibilê heta pola 3
Dibistana seretayî ya Xirabibeskan
Dibistana herêmî ya Biracikê (YIBO)
Lîseya Biracikê heta pola 2yemîn
Lîseya Yavuz Sultan Selîm Eyntap
Zanîngeha eskişehir anadolu perwerdeya vekirî civaknasî (neqedand)
Zanîngeha Zanistên Sepandî xebata civakî ya Bakurêrojavayê Swîsreyê (FHNW) Olten
Ziman
Kurdi zimane zikmaki
Tirkî wek zimane zikmaki
Elmanî pir pêşketî
Îngilîzî A2
Erebi A1
Tercrübeyen min
Berpirsiyariyên ku di saziyên civakî û siyasî de girtine
Berdevkê ciwanen Biracik (DEHAP)
Berdevkê ciwanên bajara Rihayê (DEHAP)
Serokatiya Biracikê (DTP)
Cîgirê serokê bajare Rihayê (DTP)
Endama reveberiye Komeleya Çand û Entegrasyona Kurdî ya Luzernê
Endamê Konseya Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
Endamê Komîsyona Entegrasyonê ya bajara Lûzernê